Berpirsyarî der heqê 99 kesan. Birêz Fazil Ekberî wek ajovanê otobûsê di saetên lûtkeya trafîkê da vê hejmara kesan cîbecî dike.
"Remscheid, Wermelskirchen… tevahiya Rheinisch-Bergische Kreis û xwezaya wê gellekî sipehî ne. Ez wek ajovanê otobûsê gellek di hatûçûnê da me û ji ber vê yekê bi awayekî tevav deqîq haya min ji vê mijarê heye. Ez û hevjîna xwe kar dikin; zarokên me terine dibistanê. Me hin têkilî ava kirine û ji bo xwe atmosfereke nû dabîn kiriye. Em wek malbat hîs dikin ku em li mala xwe ne û dixwazin pêşeroja xwe li vir biserûber bikin."